Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike

Di êrişên Hizbullahê de kuştî û birîndarên artêşa Îsraîlê çêbûn. Til Avîvê jî ragihand ku wê baregehên leşkerî yên Hizbullah ên li başûrê Lubnanê kirine hedef.

Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike
19 tebax 2024   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Cotmeha 2023’yan ve şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike.

Ajans nûçeyan a Almanyayê DPA ku bi erebî weşanê dike, ragihand ku balafirên bêmirov ên biçek ên Hizbullahê baregehên Yeira û Sentcîn ên Îsraîlê bombebaran kirin û diyar kir ku di bombebaranê de kuştî û birîndarên artêşa Îsraîlê çêbûne.

Hizbullahê jî der barê bombebaranê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Hizbullahê bombebaran wek bersiva "êriş û kuştinên ku Îsraîlê li herêma Qedmûs kirine" bi nav kir û ev agahî dan: "Hemwextî êrişên hewayî yên li dijî baregeha Yeira (Baregeha fermandariya Tûgeya Rojava  300) û baregeha Sentecîn (Baregeha lojîstîk a fermandariya eyaleta bakur), endamên me îro li cihên efser û leşkerên Îsraîlê jî da. Di encamê de hejmarek kuştî û birîndar çêbûn."

Hizbullahê diyar kir ku bargeha Sentecîn a dikeve bakurê bajarê Ekayê û 16 kîlometreyan ji sînorê Lubnan-Filistîn dûr e. Her wiha ragihand ku bargeha Zirêt û kombûna leşkerên Îsraîlê ya li derdora baregehê jî bi moşek û obîsan topbaran kiriye, di encamê de beşek ji baregehê wêran bû û şewat lê derket.

Hizbullahê da zanîn ku leşkerên Îsraîlê hewl da bikevin nava daristana Hedeb Eytayê lê hewldan hat têkbirin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê li baregehên leşkerî yên Hizbullahê yên li devera Eyta Şeeb, Beyt Lîf û Hola yên li başûrê Lubnanê xistiye.

(bb)