Koreya Başûr û DYA’yê perwerdeyên leşkerî yên hevbeş dan destpêkirin
Koreya Başûr û DYA’yê perwerdeyên leşkerî yên hevbeş dan destpêkirin.
Koreya Başûr û DYA’yê bi navê “Ulchi Freedom Shield" perwerdeya leşkerî ya hevbeş da destpêkirin.
Ajansa bûçeyan a Yonhapê ya Koreya Başûr têkildarî perwerdeya hevbeş ev agahî da: "Perwerde dê heta 29’ê vê Tebaxê dewam bike. 19 hezar leşkerên Koreya Başûr tev li perwerdeyê dibin."
Fermandariya Hevbeş a Koreya Başûr jî bi daxuyaniyekê ragihand ku "perwerde dê li dijî provokasyonan, kapasîteya koalîsyona hevbeş a her du welatan bi hêz bike, her wiha dê parastina bejahî, deryayî, hewayî û fezayî bi pêş bixe."
(bb)