Mazlûm Ebdî bi peyamekê cejn li malbatên şehîdan pîroz kir

Fermandarê Giştî yê QSDˊ Mazlûm Ebdî cejna Remezanê li malbatên şehîdan û neteweya îslamê pîroz kir û got ew li ser soza xwe ya daye şehîdan in û rêwîtiya xwe ya ber bi Sûriyeyeke aştî û rûmetê ve didomînin.

Mazlûm Ebdî bi peyamekê cejn li malbatên şehîdan pîroz kir
19 adar, 2026   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi peyamekê li ser platforma xwe ya Xˊê cejna malbatên şehîdan û neteweya îslamê pîroz kir.

Ebdî di peyama xwe de got: "Cejna Remezanê li gelê Sûriyeyê, malbatên şehîdan, dîlgirtiyên me û ji bo tevahî neteweya îslamê pîroz be.

 Di vê cejnê de, em fedekariyên we yên mezin pîroz dikin, soza xwe ji wan re nû dikin û rêwîtiya ber bi Sûriyeyeke aştî û rûmetê ve didomînin; Sûriyeyeke ku mafên hemû pêkhateyên xwe bi destûrî misoger bike, azadî û edaletê ji bo hemû welatiyên xwe garantî bike."

(fr)