Li Helebê şaneyeke DAIŞ`ê hat girtin

Îstîxbarata Giştî bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Helebê şaneyeke DAIŞ`ê girt.

Li Helebê şaneyeke DAIŞ`ê hat girtin
5 mijdar, 2026   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Îstîxbarata Giştî bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Helebê şaneyeke DAIŞ`ê ku li herêmên cuda yên li parêzgehê êriş pêk anîbûn, girt.

Dezgehên çapemeniyê yên li Sûriyeyê hejmara çeteyên di nava şaneyê de û nasnameyên wan, her wiha êrişên ku kirine, aşkera nekirin.

(sb)