Yekitiya Şaredariyan a Reqa û Şehba piştgirî da berxwedana Bakurê Kurdistanê
Yekitiya Şaredariyan a kantona Reqa û Yekitiya Şaredariyan a Kantona Efrîn û Şehba piştgiriya xwe ji berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê re ya li hemberî xespandina şaredariyan, tayînkirina qeyûman û siyasetên dewleta Tirk a dagirker, nîşan da.
Li dijî siyaset û kiryarên desthilatên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakurê Kurdistanê, tayînkirina qeyûman li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bertekên nerazîbûnê ji hêla şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
Di wê çarçoveyê de Yekitiya Şaredariyan a kantona Reqayê daxuyaniyek da. Hevseroka yekitiyê Fehîme El Casim daxuyanî li qada avahiya Şaredariya Gel a Reqayê xwend.
Di daxuyaniyê de hewldana têkbirina îradeya gelan bi rêya qeyûman û dûrxistina şaredarên ku gel ew hilbijartine, hat şermezarkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev kiryar mafên azadiya gelan a diyarkirina çarenûsa xwe, bin pê dike û dikeve lîsteya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî .
Her wiha hat destnîşankirin ku armanca van sûcan, pêkanîna qirkirineke çandî, nijadî û siyasî ya nû li Bakurê Kurdistanê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de piştgirî ji berxwedana gelê Kurd re ya li hemberî faşîzma Tirk hat nîşandan û hewldanên têkbirina îradeya gelan bi rêya pergala qeyûman, hat şermezarkirin.
ŞEHBA
Girêdayî heman mijarê, Yekitiya Şaredariyan a Kantona Efrîn û Şehba bi diruşma ˋRêya aştî û demokrasiyê ne bi dûrxistina serokên şaredariyan e, planên we wê têk biçin û îradeya gelan wê bi ser bikeveˋ bi beşdariya endamên deste û meclisên kantonê meşek li dar xist.
Meş ji çatrêya gundê Kefer Garis bi avêtina siloganên ˋBijî berxwedana gelê Bakurê Kurdistanêˋ heta bi navenda Rêveberiya Herêmî ya li gundê Til Sosin çû. Li wir rêveberê yekitiyê Henîf Sîdo berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê li dijî siyasetên qirkirinê silav kir.
Piştre rêvebera yekitiyê Fatme Îbrahîm siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dûrxistina hevşaredaran û tayînkirina qeyûman şermecar kirin.
(mh/fr)
ANHA
Reqa