Yekitiya Dermanfiroşan semîner da

Yekitiya Dermanfiroşan a kantona Tebqayê bi boneya Roja Dermanfiroşan a Cîhanê têkildarî rewşa tenduristiyê û dermanan li herêmê semînerek li dar xist.

Yekitiya Dermanfiroşan semîner da
Yekitiya Dermanfiroşan semîner da
Yekitiya Dermanfiroşan semîner da
Yekitiya Dermanfiroşan semîner da
Yekitiya Dermanfiroşan semîner da
Yekitiya Dermanfiroşan semîner da
Yekitiya Dermanfiroşan semîner da
Yekitiya Dermanfiroşan semîner da
Yekitiya Dermanfiroşan semîner da
Yekitiya Dermanfiroşan semîner da
25 îlon, 2024   14:38
TEBQA

Îro Roja Dermanfiroşan a Cîhanê ye. Bi vê boneyê Yekitiya Dermanfiroşan a Rêxistinên Civaka Demokratîk li hola nexweşxaneya watanî ya bajarê Tebqayê semînerek li dar xist. Gelek dermanfiroş, endamên rêxistinên civaka demokratîk, nûnerên Meclisa Rêveber, Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li wê bûn.

Hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk Hûda Ewan axivî û ev li roj li dermanfiroşan pîroz kir.

Hûdayê got: "Peymana konfederaliya civaka demokratîk kar li ser bingeha hevkariya hevseng û hevbeşiyê di nava civakeke siyasî û ekolojîk de, disepîne."

Hevserokê Yekitiya Dermanfiroşan Ebdullah El Mebrûk têkildarî rewşa tenduristiyê û dermanan li herêmê axivî û got: "Ji bo civakeke saxlem, pêwîstî bi kadroyeke tenduristiyê ya giştî heye. Ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, xebatên ji nû ve avakirin û sererastkirina qada tenduristiyê berdewam in."

El Mebrûk îşaret bi zehmetiyan kir û got: "Derman hem kêm hem biha ne, ji ber ku em bi zehmetiyeke mezin ji hundirê Sûriyeyê tînin. Hikumeta Şamê baçeke mezin li beramber darmanan dixwaze."

Beşdaran jî got divê ji vê bêtir semîner û panelên girêdayî dermanan werin lidarxistin. Her wiha divê dermanfiroş li gorî reçeteyan dermanan bidin. Her wiha pêşniyar kirin ku fakulteya dermansaziyê li Zanîngeha Şerq bê vekirin.

(şx)

ANHA