Hizbullahê avahiya Mossadê kir hedef

Hizbullahê avahiya Mossadê ya li Til Evîvê bombebaran kir û ragihand ku ew berpirsê kuştina fermandarên wê û teqandina cîhazên banglêkirinê ye.

Hizbullahê avahiya Mossadê kir hedef
25 îlon, 2024   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullahê Lubnanê ragihand ku bi moşekeke balîstîk a ‘Qadir 1’ navendeke îstixbarata Îsraîlê (Mossadê) bombebaran kiriye.

Hizbullah diyar kir ku avahiya Mossadê ya hatiye hedefgirtin, berpirsê kuştina fermandarên wê û teqandina cîhazên banglêkirinê ye.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku pergala hewayî dikeke avêtina moşekên balîstîk bombebaran kiriye ku bi rêya wê Til Evîv tê bombebarankirin.

Dema pergala parastinê moşekan a ku ji Lubnanê hatiye avêtin, xistiye dengê sîrenê li Til Evîvê hatiye bihîstin.

Heta niha agahî der barê birîndar û windahiyan de nehatine bidestxistin.

Li gorî ajansa nûçeyan a nîştimanî ev 3 roj e Îsraîl êrişî başûr û rojhilatê Lubnanê dike.

Hizbullah û artêşa Îsraîlê hema bêje rojane, herêmên hev topbaran û bombebaran dikin.

Îsraîlê ji duşemê ve êrişên xwe zêde kiriye û radigihîne ku rojane navendên Hizbullahê li başûr û rojhilatê Lubnanê bombebaran kiriye.

Hizbullah jî bi bombebarankirina dever û nuqteyên leşkerî li bakurê Îsraîlê bersiv dide êrişan.

Wezîrê tenduristiyê yê Lubnanê Fîras El Ebyed ragihand ku di encama êrişên duşemê de 558 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl bûn û zêdetirî hezar û 800 kes birîndar bûye.

(şx)