YBŞ: Di êrişa li Sinûnê de 2 şervanên me şehîd bûn
Dewleta Tirk a dagirker duh di salvegera rizgarkirina Şengalê de navçeya Sinûnê bombebaran kir. YBŞ′ê ragihand ku di êrişê de du şervanên wan şehîd bûne.

Duh derengiya şevê balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker li Sinûnê ya Şengalê wesayîtek bombebaran kir. Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrişê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand ku di êrişê de du şervanên wan şehîd bûne.
Daxuyaniya YBŞ’ê ya derbarê êriş û nasnameya şehîdan de wiha ye:
“Di roja salvegera rizgarkirina Şengalê de duh bi şev saet derdora 23:00’yan de, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser wesayîtek şervanên me de, şervanên me rêheval Berxwedan Şengalî û Argêş Feqir şehîd bûne û yek ji hevrêyên me jî birîndar bûye. Di serî de em ji malbatên rêhevalên me yên şehîd re sersaxî diwazin û ji hevalê xwe yê birîndar re jî şîfayê dixwazin.
Dewleta Tirk di rojek me ya pîroz de ev êriş pêkanî, bê guman ev êriş bê tehemuliya dewleta Tirk ya qirker a li hember rizgarkirina Şengalê ye. Wana ti carî rizgarkirina Şengal qebul nekirin û ji bo rizgarkirina miletê me vala derxînin her tiştî dikin. Miletê me roja salvegera rizgarkirina Şengal weke şahiyekî pîroz kirin û bi coşekî mezin xwedî li vê rojê derketin. Di heman demê de îro miletê me şehîdên vê xakê jî bi bîr anîn. Tam jî di rojek bi vî rengî de êrişek ne merdane, êrişek hovane pêk anîn. Ev pir eşkere dide xuyakirin ku tehemula dewleta tirk ya qirker û faşîst ji rizgarkirina Şengalê nîne. Lewma bi van êrişên xwe re dixwaze şurê xwe her li ser situyê me deyne û rêbaza DAIŞ’ê her di meriyetê de bihêle. Dixwaze rojên şahî jî, li me reş bike û rojên reş bi me bidin jiyan kirin. Ji ber dewleta Tirk her timî bi DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de bu û îro jî ev rastî neguhuriye. Ew bi van êrişan dixwaze ji berxwedêrên Şengalê tol bigre da ku kiryarên DAIŞ’ê her di meriyetê de bihêle. Ji ber vê, di rojêk bi vî rengî de, dixwaze sihberek dane li ser şahiya miletê me.
Hevalê me Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr gava çûbûn serdana malbatên xwe di wesayetek sîvîl de hatin hedef girtin. Her du hevalên me di temenek ciwan de xwe kiribun şervanên çeleng, jêhatî û gelek mezin. Di nava refên YBŞ’ê de xwedî rolek sereke bune. Bi fedekariya xwe, bi hevaltiya xwe û bi dilsoziya xwe ya şoreşê ji bo hemû hevrêyên xwe bune mînak. Ji ber her du hevrêyên me rêhevalên Çekoyan, Agiran, Pîran’an, Dîndaran û Çiyayan bûn. Ji xwe ew hêrsa dilê wan ji vê rastiyê dihate. Herdu hevrêyên me ji eşîra me ya Feqîrin ku di nava têkoşîna me de xwedî gelek şehîdên hêja yên wek Dijwar, Çiya, Serhed û Serhildanan ne.
Rêheval Berxwedan ji malbata me ya hêja ku bi ax û ola xwe ve girêdaye. Di sala 2017’an de tevlî nava refên YBŞ’ê bûye û gelek erk û berpirsiyariyên mezin girtiye ser milê xwe. Xwedî dilekî wêrek bû, li hember dijmin gelek bi hêrs û kîn bû. Ji ber ku heval Berxwedan navê şehîdê me yê mezin rêheval Berxwedan Tolhildan yê ku weke Fermandarê destpêkê yê YBŞ’ê hilgirtbû, taybetmendiyên tolhildanê û Berxwedanê ji wî girt bû.
Rêhevalê me Argeş jî, ji malbatên me yên gelek şehîdên xwe yê hêja hene ji mala Zero ye. Di sala 2016’an de tevlî refên YBŞ’ê bû. Ciwanek vê xakê yê gelek bi coş û heyecan bu. Di asta leşkerî de gelek pispor bû û bi kelecanek mezin di çû ser erka xwe û her dem weke dildarek azadiyê tevdigeriya.
Weke em dibînin dijminê vê xakê bi van êrişan dixwaze çavê miletê me bi tirsîne, gel ji têkoşîna azadiyê dur bixîne û sexma desthilatdarî li ser vê axa pîroz bidin hîs kirin. Di aliyê din de jî bê aramî didin çêkirin ku vegera miletê me ya Şengal bi vê êrişan bidin sekinandin. Dîsa di van rojên helbijartinê de daxwaz dikin ku bê aramî û tevlîhevî bidin çêkirin. Ji bo li gorî xwe planên dagirkerî bidin avakirin. Bê guman ev daxwaz û planê dijminê me ye. Lê bendewariya me ji miletê me ewe ku li beramberî êrişên xêr nexwazan bisekinin û bi bertekê xwe, bi hêrs û kîna xwe ya li hember dijmin seknekî xurt bidin raber kirin. Ji xwe derey vê tu şansê me nîne. Encax bi yekbûyîna miletê me, emê van êrişên hovane bidin sekinandin. Ji ber hêza gel li ser her tiştî ye. Me vê rastiyê di rizgarkirina Şengal de dît ku bi beşdar buna miletê me ya şerê berxwedaniyê re, çawa planên dijminê ola Êzidatî, hate vala derxistin.
Li ser vî esasî em carek dinê bang dikin ku em rêka Berxwedan û Argeşan bişopînin, azweriya xwe ya azadiyê ji her dem zêdetir bikin. Em jî di huzura şehîdên xwe de, sond dixwin ku Şengala rizgar ewê her dem rizgar bimîne. Em nahêlin alên rureş li ser vê xakê ba bide û em siya dagirkeriyan li ser vê xaka pîroz nahêlin û em ê tola şehîdên xwe bigrin. Carek dinê em ji malbatên xwe yên hêja ji malbata şehîd Argeş û şehîd Berxwedan re sersaxî dixwazin.
Nasnameya şehîdan wiha ye;
Nasnav: Berxwedan Şengalî
Nav û Paşnav: Cahit Derwêş Elyas
Navê Dayîkê: Besê
Navê Bav: Derwêş Elyas
Cih û Dîroka Ji dayîkbun: 2000 – Tilêzêr
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 2017 – Şengal
Cih û Dîroka Şehadetê: 13.11.2023- Sinûnê
*****
Nasnav: Argeş Feqîr
Nav û Paşnav: Seed Çuko
Navê Dayîkê: Kamo
Navê Bav: Xelil Qasim
Cih û Dîroka Ji dayîkbun: 2000 – Tilêzêr
Cih û Dîroka Tevlêbûnaê: 2016 – Şengal
Cih û Dîroka Şehadetê: 13.11.2023- Sinûnê