Yasir Silêman: Hevpeymana Civakî projeyeke destûrî ya niştîmanî ye

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Gelan a Demokratîk diyar kir ku Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê belgeyeke xwecihî ye, lê ew projeyeke destûrî ya niştîmanî ye ku xwe dispêre tecrûbeya realîst û divê bi cidî were destgirtin û bibe bingeha destûra Sûriya nû.

Yasir Silêman: Hevpeymana Civakî projeyeke destûrî ya niştîmanî ye
10 nîsan, 2025   05:05
REQA
DÎMA MIHEMED

Hemwextî rewşa siyasî ya niha û pêwistiya projeyeke niştîmanî ya berfireh, ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê li ser bingehên demokratîk û piralî, bertek û rexneyên ji bo "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê zêde dibin. Piraniyan diyar kir ku ew "Danezana destûrî" hêviyên Sûriyeyiyan û pêwîstiyên wan ên avakirina welatekî ji bo hemû pêkhateyan û xwestekên wan ên rewa, pêk nayne.

Li beramberî wê, Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 12’ê Kanûna 2023’an de ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk ve hate derxistin, weke pêşniyareke destûrî ya niştîmanî ya giştî derdikeve pêş, nûnertiya daxwaza zelal a Sûriyeyê dike û li ser bingeha tecrûbeyeke pratîkî ya nimîne ya xwe dispêre diyalogê, lihevkirin , beşdariya civakî ya berfireh hatiye avakirin.

‛HEVPEYMANA CIVAKÎ RÛYÊ RAST Ê PÊKHATEYÊN GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ YE’

Têkildarî mijarê, cîgirê Hevseroketiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman axivî û got: "Hevpeymana Civakî tecrûbeyeke realîst û pratîkî ya ku xwe di amadekirinê wê de derbas kir. Em wek Sûriyeyî rûniştin, me li hev nekir, nîqaş çêbûn, lê di dawiyê de em bi rêya dengdan û diyalogê gihîştin lihevkirinekê. Ev hevpeyman rûyê rast ê vîna pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixe pêş û ne tenê weke hevpeymaneke niştîmanî ya xwecihî hat sazkirin, lê belê dikare bibe dendika destûra Sûriyeyê ya giştî û adilane."

Silêman wiha domand: "Hevpeymana Civakî teqeziyê li ser yekitî û ewlehiya xaka Sûriyeyê dide û bi hemû rêbazên guncaw banga parastina wê dike. Her wiha di madeya 133’an de tê gotin ku dikare di pêşerojê guhertin, li gorî formeke niştîmanî ya Sûriyeyê ya giştî ku Sûriyeyî li ser li hev bikin, were kirin. Hevpeyman bi wê yekê deriyan nagire, ji wê zêdetir deriyê li pêş qonaxeke nû ya lihevkirineke niştîmanî ya giştî vedike."

Silêman di dirêjahiya xaftina xwe wiha anî ziman: "Rêveberiya Xweser bi sazkirina hevpeymanê tenê nekir, li kêlek wê jî biyannameyên niştîmanî yên hundirîn û derve dan destpêkirin, xîtabî tevahî muxaleftên niştîmanî yên rûmet, rêxistinên mafên mirovan, NY’yê, Komkara Dewletên Ereban kir ku piştgiriyê bidin diyaloga niştimanî ya Sûriyeyî ya giştî, da ku tevahî beşên civakê yên tu alî were bidûrxistin, beşdar bibin."

Der barê rûniştinên diyalogê yên desthilata Şamê de, ku beşek mezin ji pêkhateyên niştîmanî , çi ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî herêmên din bin, beşdar nebûbûn Silêman wiha pê de çû: “Ger ne befireh bin, rawabûna wan a navneteweyî tune ye."

Ji bo "Danezana destûrî" ya ku dsthilata Şamê derxistiye, Silêman wiha axivî: "Ew danezan ne li gorî hêviyên Sûriyeyiyan e û xwestekên wan ên yekbûn û jiyana hevbeş pêk nayîne. Danezana destûrî formeke demkî ye û nikare ji nû ve Sûriyeyê ava  û tamîr bike. Pêdiviya me bi diyalogeke rasteqîn heye; nîqaş bikin, nakok bin û lihev bikin. Lê divê em di dawiyê de bigihînin destûrekê ku tu kes li derve nemîne. Ev destûr jî divê nasnameya Sûriyeya rasteqîn temsîl bike."

Silêman bang kir ku diyalogeke niştîmanî ya bi garantoriyên herêmî û navneteweyî kir, ku dikare li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin û got: "Ji ber ku xaka me ya tevahî Sûriyeyiyan e û herêmên din ên Sûriyeyê jî mala me ye."

‛HEVPEYMANA CIVAKÎ NE BELGEYEKE XWECIHÎ YE’

Di çarçoveya vê mijarê de Silêman wiha got: "Em li tevahî Sûriyeyiyan dinêrin ku mirovên welatparêz in, nabe tu kes were bidûrxistin an jî paşguhkirin. Divê hikumeta demkî ya nû jî li vê dosyayê bi çavê girîngiyê binêre. Ji ber ku ev yek girêdayî pêkhateyekê tenê nîn e, lê hêviyên tevahî Sûriyeyiyan e; ji bakur heta bi başûr, ji peravê heta bi hundir e. Hevpeymana Civakî ne belgeyeke xwecihî ye, lê projeyeke destûrî ya niştîmanî ye ku xwe dispêre tecrûbeyeke realîst û divê bi cidiyet were destgirtin û bibe bingeha destûra Sûriyeya nû."

Li hemberî projeyên demkî yên dûrî armanc û daxwazên gelê Sûriyeyê û krîzên rasteqîn çareser nakin, Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser pêşniyareke cidî ya avakirina Sûriyeya pirreng, hevbeş û bi edalet dimîne.

(mh/fr)

ANHA