Yadê Zeyneb a dayika 3 şehîdan wefat kir

Dayîka 3 şehîdan Zeyneb Salih ku wekî Yadê Zeyneb tê nasîn di encama kirîza dil de bi temenê 63 saliyê çû ser dilovaniya xwe.

Yadê Zeyneb a dayika 3 şehîdan wefat kir
Yadê Zeyneb a dayika 3 şehîdan wefat kir
25 mijdar, 2023   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Yadê Zeyneb ku sala 1960`î li gundê Sêmalka ji dayîk bibû, duh (24 Mijdar) li navçeya Tirbespiyê di encama kirîza dil de çû ser dilovaniya xwe. 

Yadê Zeyneb 3 lawê xwe “şervanê YPG Dost (Mihemed Îbrahîm) ku 2`ê Cotmeha 2019`an şehîd bûye, şervanê YPG`ê Herdem Çiya (Geylan Îbrahîm) ku 2018`an di êrişa DAIŞ`ê li dijî Dêrazorê de şehîd bûye, endamê hêzên taybet ên Asayîşê (HAT) Simko (Hewas Îbrahîm) ku sala 2017`an li di pêngava Xezaba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye” şehîd dane.

Cenazeyê Yadê Zeyneb li gundê Girbikêl ê girêdayî navçeya Tirbespiyê hate veşartin û konê sersaxiyê li gundê hate vegirtin.

(şx/c)

ANHA