QSD: Îdiayên wezareta dagirker ne rast in

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên têkildarî şehadeta 5 şervanên wan derew in.

QSD: Îdiayên wezareta dagirker ne rast in
25 mijdar, 2023   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser hesabê “X” daxuyaniyek da û got: “Wezareta Berevaniyê ya Dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku di rojên 24 û 25`ê Mijdarê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 şervanên me hatine şehîdxistin. Îdiayên wezareta dagirker di derbarê windahiyên me de ne rast in.”

(c)