Li Şamê şewatek mezin derket

Li derdora avahiya Lêkolînên Zanistî ya li bajarê Berzê yê Şamê şewateke mezin derket.

Li Şamê şewatek mezin derket
29 tebax, 2024   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a  Sûriyeyê (SOHR) duh bi şev ragihand ku li derdora avahiya Lêkolînên Zanistî ya li bajarê Berzê yê Şamê şewateke mezin derket.

Li gorî SOHR, şewata ku sedemên wê nehatin zanîn dar û gîhayên derdorê avahiyê dan ber xwe. SOHR da zanîn ku ekîpên agirkujiyê şewat vemirandin.

SOHR bi bîr xist ku avahiya Lêkolînên Zanistî gelek caran ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatiye bombebarankirin.

(bb)