Xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin
Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê yên bi banga pêkanîna guhertina siyasî û bicihanîna biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî, dewam dikin.
Li Qada Kerama ya navenda bajarê Siwêdayê xwepêşandaneke navendî hat lidarxistin.
Xwepêşandêran pankartên bi daxwaza guhertina siyasî û pêkanîna biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî vekirin. Her wiha dirûşmên "Gelê Sûriye yek e" û "Mafê min e bi ewlehî û aştî bijîm" berz kirin.
Ji 17’ê Tebaxa 2023’yan ve gelê Siwêdayê li dijî rewşa debarê ya dijwar û bi banga hilweşandina rejîmê û serbestberdana girtiyan û pêkanîna biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî xwepêşandanan li dar dixe.
(bb)