`Heya azadiyê em ê tê bikoşin`

Jinan gotin ew bi fikir û ramanê Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û dê heya azadiya fîzîkî têkoşînê bidomînin.

`Heya azadiyê em ê tê bikoşin`
27 nîsan, 2026   02:35
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Jinên ji bajarê Hesekê gotin, heyanî Rêber Abdullah Ocalan azad bibe, dê tê bikoşin. 

Hediye Mihemed got: ''Eger Rêberê me fîzîkî azad nebe, em jî azad nabin. Em qebûl nakin ku Rêbertî ew qas sal di girtîgehê de be. Rêbertî ji bo azadiya gelên bindest û mîsogerkirina mafên jinan tê dikoşe. Em ê li ser fikir û ramanên Rêber Apo bimeşin. Em ê bi şev û roj bixebitin heya Rêbertî fîzîkî azad bibe."

Hediye Mihemed bêdengiya li hemberî berdewama ragirtina Rêber Abdullah Ocalan pirsî û ev li gotinên xwe zêde kir: "Cîhan ji ragirtina ewqas sal a Rêbertî li ku derê ye? Em bi fikirê Rêbertî ve girêdayî ne û em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê bikoşin."

Zehra Qido jî îşaret pêk kir ku ew bi saya Rêber Abdullah Ocalan gihaştine vê astê û got: "Rêber Apo ji bo em bighîjin vê astê kedekî mezin da. Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî bikin. Rêbertî roleke mezin da jinan û derfet çêkir ku jin di hemû qadan de bixebitin.''

Samiya Ehmed diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo parastina mafên jinan têkoşînê dike û got: "Rêbertî derfet da jinan ku ji hemû aliyan ve bixebitin. Heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê em ê parastina Rêberê xwe bikin. Rêbertî ne ji bo kesayeta xwe têkoşîn kir, lê ji bo tevahiya mirovahiyê tê dikoşê."

(np)

ANHA