Xwendekarên Helebê li hember fitneyê banga hevgirtin û yekitiyê kir

Yekitiya Xwendekarên bajarê Helebê li hember hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de, banga hevgirtin û yekitiyê kir.

Xwendekarên Helebê li hember fitneyê banga hevgirtin û yekitiyê kir
4 gulan, 2025   18:18
HELEB

Yekitiya Xwendekarên bajarê Helebê li Dibistana Şehîd Cûdî Amanos ya taxa Eşrefiyê daxuyaniyek da û binpêkirinên li dijî xwendekarên Durzî û Elewî şermezar kirin.

Daxuyanî bi zimanên Erebî û Kurdî ji hêla xwendekar Ciwan Mihemd û Nizhet Mihemed ve bi amadebûna dehan xwendekaran hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî xwendekarên Durzî û Elewî yên li avahiyên zanîngehê de hatin şermezarkirin û hate gotin: "Ev êriş ne tenê sûcekî dijî mirovahiyê ye, lê hewldana qirêj a derxistian fitneya mezhebî û çandina nefretê di nava welatiyên heman welatî de ye, her wiha binpêkirina aşkera ya nirxên exlaqî, mirovî û olî ye û hovîtiya sûcdaran radixe pêş çavan."

Daxuyaniyê de aliyên têkildarî li hember neparastina xwendekaran berpirsiyar dît û banga vekirina lêpirsîneke tavilê û zelal û hesabxwestina ji sûcdaran kir.

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiyan hat kirin ku hevgirtî û yek bin û fitneyê red bikin û li dijî hewldanên parçekirina mozaîka niştîmanî û civakî yekrêz bin.

(fr)

ANHA