Leşkerên Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê ciwanek girt

Hêzên Îsraîlê li gundê Eyn Zîwan û Girê Ebû Qibês ê Quneytîrayê bi ser malan de girtin û ciwanek girt.

Leşkerên Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê ciwanek girt
23 hezîran, 2026   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku yekîneyeke hêzên Îsraîlê berbanga îro ket gundê Eyn Zîwanê yê Quneytîraya navîn û girte ser malan.bi ser malan de girtin.

Di serdegirtinê de ciwanek girtin bêyî ku sedema girtina wî diyar bikin û birin cihekî ne diyar.  

Nûçegihanê me agahî da ku hêza Îsraîlê piştî serdegirtinê ji gund derket.

Hate zanîn ku hejmarek din a leşkerên Îsraîlê tevî 2 tankaran vê sibehê ketin girê Ebû Qibês ê başûrê Quneytîrayê.

(bb)