Xwendekara Zanîngeha Tehranê hate girtin

Hat diyarkirin ku xwendekara zanîngeha Tehranê Sarîra Karîmî, ji aliyê Yekîneyên Îstîxbaratê ve hatiye girtin.

Xwendekara Zanîngeha Tehranê hate girtin
1 ÇILE, 2026   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endama Konseya Navenda Yekîtiya Xwendekaran Sarîra Karîmî ku Sekretera Konseya Yekîtiya Xwendekaran û xwendekara beşa zanistên siyasî û hiqûqî ya zanîngeha Tehranê ye şeva 31’ê Kanûna 2025’an, di serdegirtina mala xwe ya li Tehranê de hat girtin. 

Li gorî agahiya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Sarîra Karîmî ji aliyê Daîreya Yekîneyên Îstîxbaratê ve hatiye girtin.