Xeznewî: Bi Rêveberiya Xweser û QSDˋê ve girêdayî bin

Şêx Murşid Xeznewî di civîna li bajarê Dirbêsiyê de destnîşan kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Şoreşa 19'ê Tîrmehê destkeftiyên mezin pêk anîn. Xeznewî bang li gel kir ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û domandina têkoşînê bi projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSDˋê ve girêdayî bin.

Xeznewî: Bi Rêveberiya Xweser û QSDˋê ve girêdayî bin
Xeznewî: Bi Rêveberiya Xweser û QSDˋê ve girêdayî bin
Xeznewî: Bi Rêveberiya Xweser û QSDˋê ve girêdayî bin
Xeznewî: Bi Rêveberiya Xweser û QSDˋê ve girêdayî bin
Xeznewî: Bi Rêveberiya Xweser û QSDˋê ve girêdayî bin
Xeznewî: Bi Rêveberiya Xweser û QSDˋê ve girêdayî bin
Xeznewî: Bi Rêveberiya Xweser û QSDˋê ve girêdayî bin
21 kanûn, 2024   17:58
QAMIŞLO

Meclisa bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina geşedanên siyasî yên Sûriyeyê civîneke berfireh li bajêr li dar xist.

Di civînê de şêniyên bajêr, endamên sazî û meclisên xwecih, nûnerên partiyên siyasî yên Kurdî beşdar bûn. Her wiha di civînê de kurê şehîd Şêx Maşûq Xeznewî, Şêx Murşid Xeznewî û rêveberê Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Sarûxan beşdar bûn.

Di serî de Şêx Murşid Xeznewî li ser zehmetiyên li pêşiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û diyar kir ku berxwedan û fedakariya şêniyan bû bingeha Şoreşa 19ˋê Tîrmehê.

Xeznewî got: "Niha ji bo herêmê dîroka 100 salên bê tê nivîsandin. Ji bo wê jî yekbûn û berxwedan pêwist in. Divê em hebûna xwe îsbat bikin û şaşiyên berê dubare nekin."

Di dewama axaftina xwe de Xeznewî wiha pê de çû: "Pêwist e şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destekê bidin projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD). Ji ber ku Rêveberiya Xweser û QSDˋê garantorên parastina destkeftiyên şoreşê ne."

ˋYEKITIYA AVA BIKIN Û DEV JI NAKOKIYÊN XWE BERDINˊ

Şêx Murşid Xeznewî bang li aliyên siyasî yên Kurdî kir ku dev ji nakokiyên xwe berdin û nêrînên xwe bikin yek, ji ber ku yekitî û berxwedan ji tevahî pêkhateyên herêmê re rêya tekane ya pêkanîna edalet û azadiyê ye.

ˋPEYAMA JI PÊŞEROJÊ REˊ

Şêx Murşid Xeznewî di dawiya peyama xwe de banga domandina têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşê kir û diyar kir ku fedakariya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê ji bo nifşên nû bibe jêder û çavkaniya îlhamî û got: "Yekbûn û xebata hevbeş rêya pêkanîna pêşeroja aram û demokratîk in."

(mh/fr)

ANHA