Navên şehîdên êrişa li ser rêya Hol - Til Birakê

Ajansa me (ANHA) navên şehîd û birîndarên êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Hol - Til Birakê, bi dest xistin.

Navên şehîdên êrişa li ser rêya Hol - Til Birakê
Navên şehîdên êrişa li ser rêya Hol - Til Birakê
21 kanûn, 2024   18:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê balafirek bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Hol - Til Birak a kantona Cizîrê erebeyek hedef girt, di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Navên şehîdên wiha ne: Endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Basim Şedadê, endama HPCˋê Ebîr El Xilêf û endamê Meclis Rûspiyan Ehmed El Temê.

Li kêlek wê jî serokê Meclisa Rûspiyan a bajarê Til Birak  Bunyan Hesnawî jî birîndar bû û niha tê tedawîkirin.

(fr)

ANHA