Çapemeniya cîhanê: Berdana DAIŞ’iyan xetere ye

Çapemeniya cîhanê, berdana bi hezaran DAIŞ’iyên di Girtîgeha Şedadê de xistin rojeva xwe û weke “xetere” nirxand.

Çapemeniya cîhanê: Berdana DAIŞ’iyan xetere ye
20 ÇILE, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya cîhanê cih da êrîşên çeteyan dewleta Tirk a li dijî Rojava.

The Guardian bi sernavê “Li Sûriyeyê di pevçûnên navbera artêşê û hêzên Kurdan de gelek girtiyên DAIŞ’î hatin berdan” derket. Di nûçeyê de hate gotin ku piştî êrişên kesên girêdayî hikûmetê, QSD’ê kontrola bînayê ji dest da.

 The Nationalê jî berdana bi dehan DAIŞ’iyan weke “xetere” nirxand û got: “Mukteda Es Sadr, ji bo DAIŞ careke din dernekeve holê, dixwaze ewlehiya sînorê Sûriyeyê were xurtkirin. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Artêşa Sûriyeyê herêmên di demên berê de di destê QSD’ê de kontrol kir. Vê jî li Iraqê rê li ber fikara ku DAIŞ careke din bihêz bibe û derbasî Iraqê bibe bi xwe re anî. Banga xurtkirina ewlehiya sînor hate kirin.”

 MILÎTANÊN DAIŞ’Ê JI GIRTÎGEHÊ REVIYAN  

 Deutsche Welle (DW) jî ji bo mijarê sernavê “Di dema artêşa Sûriyeyê û QSD şer dikir de milîtanên DAIŞ’ê ji girtîgehê reviyan” weşand. Di nûçeyê de zilmên DAIŞ’iyan ên li Sûriye û Iraqê kirin hatin bibîrxistin.

 The New York Timesê jî sernavê “Li Sûriyeyê li dora girtîgehên milîtanên DAIŞ’ê tê de dihatin ragirtin pevçûn derketin” tercîh kir. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Ev bûyerên tundiyê, bi xwe re fikarên bê ka hikûmeta nû dê bikare herêma demekê dilê Dewleta Îslamê bû biparêze yan na anî.” Di heman demê de hate gotin ku îdiayên agirbestê li herêmê nebûye sedema kêmbûna pevçûnan.