Li Siwêdayê di pevçûnekê de kesek hat kuştin

Li bajarê Siwêdayê di encama pevçûnekê de ciwanek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Siwêdayê di pevçûnekê de kesek hat kuştin
29 nîsan, 2025   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li bajarê Siwêdayê li nêzî Mezargeha Eyn El Zeman pevçûnekê rû da. Hate diyarkirin ku di encama pevçûnê de ciwanek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal ve li Sûriyeyê 142 sûcên kuştinê hatine kirin, di encamê de 27 jin û 8 zarok jî di nav de, 159 kes bûne qurbanî.

(bb)