Xelkên Şengalê ji bo Rojava alîkarî şandin

Xelkên Şengalê ji bo piştgiriya Rojava alîkarî komkirin û 2 barhilgirên alîkariyê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hatin şandin.

Xelkên Şengalê ji bo Rojava alîkarî şandin
7 sibat, 2026   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Şengalê ku li aliyekê ji roja êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê destpêkirîn heta niha li ser piyan e, li aliyê din ji bo Rojava alîkarî komkirin. Kampanyaya alîkariyê ku di 25’ê Çileyê de dest pê kirî, heta 6’ê Sibatê berdewam kir. Ji ber şert û mercên giran ên zivistanê, gelê Şengalê bi giranî kelûpelên germkirinê, cil û berg û pêdiviyên bingehîn ên demsalê kom kirin.

Alîkariya ku hate komkirin bi awayek komînî pêşiyê hate tasnîfkirin û piştre bi heman hevgiriyê li barhilgiran hate barkirin. Ji ber ku deriyê sînor ê rasterast di navbera Şengal û Rojava de girtî ye, şandina alîkariyan bi rêyên alternatîf pêkan bû. Alîkariya ku ji 2 barhilgiran pêk tê, ji Şengalê ber bi parêzgeha Dihokê ve hat rêkirin û tê payîn ku ev herdu barhilgirên alîkariyê, sibê di deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.