Xelkê Til Temirê şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn

Rêxistina PYDˊê ya şaxê Til Temirê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê ji şêniyan re civînek li dar xist û got ew ê bi fedakariya şehîdan re wefedar bin.

Xelkê Til Temirê şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Xelkê Til Temirê şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Xelkê Til Temirê şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Xelkê Til Temirê şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Xelkê Til Temirê şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Xelkê Til Temirê şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Xelkê Til Temirê şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Xelkê Til Temirê şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
9 tîrmeh, 2024   22:03
HESEKÊ

Bi boneya salvegera 42ˊyemîn a Berxwedana 14ˊê Tîrmehê û ji bo bîranîna şehîdên wê berxwedanê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Til Temirê yê kantona Cizîrê li Parka Meclisa Malbatên Şehîdan civînek ji şêniyan re organîze kir.

Di civînê de bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên ji partiyên siyasî û hêzên leşkerî beşdar bûn.

Hevserokê Nivîsgeha PYDˊê şaxê Til Temirê Xelîl Xilo axivî û got: "Meha Tîrmehê ji bo meha berxwedanê ye. Bi munasebeta salvegera 42ˊyemîn a Berxwedana 14ˊê Tîrmehê em soz didin ku bi şehîdan re wefadar bin. Her sal wan bi bîr bînin. Ji ber wan di oxira rizgarkirina gelan ji bindestiyê de canê xwe da."

Civîn bi diruşma ˊşehîd namirinˊ bi dawî bû.

(fr)