Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa li dijî rojnamevanan şermezar kir

Rojnamevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa li dijî tîma kanala ÇIRA TV şermezar kir û diyar kir ku ew beşek ji rêzeêrişên li dijî civaka êzidî ye, bi taybet hemwextî salvegera 10ˊemîn a fermana 74ˊan a Şengalê.

Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa li dijî rojnamevanan şermezar kir
10 tîrmeh 2024   07:35
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina rojnamevanan dewam dike. Di 8ˊê Tîrmehê de tîma kanala ÇIRA TV û ÇIRA FM a li Şengalê ji hêla balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker hat hedefgirtin.

Girêdayî mijarê, rojnamevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan û êrişên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û got ev êriş nîşaneya hevkariya civata navneteweyî bi dewleta Tirk a dagirker re ye.

Nûçegihanê kanala ÇIRA TV Zinar Cafer êriş şermezar kir û got hemwextî nêzbûna salvegera 10ˊemîn a komkujiya Şengalê ku di 3ˊyê Tebaxa 2014ˊan de pêk hatibû, hîna civaka êzidî bûye qurbaniya komployên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDKˊê bi dagirkeriyê re ye.

Cafer wiha domand: "Rêxistina civaka êzidî û avakirina rêveberiya xwe ya taybet li xweşiya dewleta Tirk a dagirker û tevkarê wê PDKˊê nehatin, ji lew re her hewl didin ewlehiya herêmê bi bombebaranên balafirên xwe yên bêmirov û hedefgirtina kesayetên pêşeng ên civaka êzidî mîna Zekî Şengal tevlihev bikin. Da ku şengaliyên li derveyî welêt venegerin warên xwe. Dewleta Tirk vê siyasî li dijî gelê me dide meşandin."

Cafer bal kişand ser hedefgirtina rojnamevanan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve çi li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî li Başûrê Kurdistanê dibe û got ev êriş û hedefgirtin bi armanca çewistandin rastiya xwe ya krîmînlîzekirinê ye.

Cafer wiha li gotina xwe zêde kir: "Êrişa li dijî tîma çapemeniya azad a Şengalê pêk hatiye nîşaneya aşkera ya tirsa dewlet Tirk ji ragihandina azad û demokrat e ku siyasetên wan aşkera dikin."

Cafer diyar kir ku civaka êzidî li hember êrişên dewleta Tirk û tevkariya PDKˊê bi dagirkeriyê re xwedî helwesta welatparêzî ye.

Rojnamevanê rojnameya Ronahî Refîq Îbrahîm got êrişên dewleta Tirk nesekinîne, bi taybet li dijî civaka êzidî, ku êzidiyan ji Şengalê bide koçberkirin.

Îbrahîm bang li rêxistinên têkildarî parastina mafên rojnamevanan kir ku rola xwe li hember sûcên dewleta Tirk bilîzin û wiha domand: "Êriş li pêş çavên civata navneteweyî pêk tên, lê ker, lal û kor e."

Îbrahîm helwesta hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê der barê sûcên dewleta Tirk li ser xaka wan rexne kir û got: "Hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê berpirsên van êrişan in. Ew dikarin sînorekî ji Tirkiyeyê re deynin ku gelek sûc li dijî rojnamevanan kirine. Lê ji ber ku kesek hesab ji dewleta Tirk naxwaze ew di çewisandina dengê rastiyê de dewam dike û tevahî dizane çapemenî neynika civakê ye."

(fr)

ANHA