Rojnamevan û saziyên Şengalê êrişên li dijî tîma rojnamevanan şermezar kir

Rojnamevan û endamên saziyên çapemeniyê yên Şengalê êrişa li dijî wesayîta Tîma ÇIRA TV û ÇIRA FM a Şengalê şermezar kir.

Rojnamevan û saziyên Şengalê êrişên li dijî tîma rojnamevanan şermezar kir
9 tîrmeh, 2024   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û endamên saziyên çapemeniyê yên Şengalê der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî wesayîta çapemeniya azad a Şengalê daxuyaniyek da. Rojanemvanan  di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildarî kir ku ji bo parastina rojnamevanan tedbîrên guncaw bigirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Em rojnamevanên Şengalê êrişa li dijî wesayîta ragihandinê ku tê de tîma ÇIRA TV a Şengalê hebû bi tundî şermezar dikin. Ev kiryar binpêkirina tevahî nirxên mirovahî û exlaqî ye, çapemeniya azad hedef digire û ew êriş gefan li ewlehiya rojnamevanên erkên xwe yên pîşeyî yên veguhastina rastiyê ji welatiyan re dikin dixwin.

Em teqez dikin ku pêwîst e parastina rojnamevan û nûçegihanan di dema pêkanîna erkên xwe de were kirin. Her wiha em bang li aliyên têkildar dikin ku ji bo ewlehiya rojnamevanan divê tevî guncaw werin girtin. Li kêlek wan jî em bang dikin ku lêpirsîneke lez û zelal têkildarî vê bûyerê were kirin û sûcdar ji edaletê re bên pêşkêşkirin da ku cezayên xwe bibin.

Êrişên li dijî rojnamevanan êrişa li dijî azadiya nêrîn û mafên mirovan di wergirtina agahiyan de ye. Em teqez dikin li dijî tevahî şêweyên tundî û terora li dijî rojnamevanan bisekinin. Em bi hev re azadiya rojnamegeriyê û parastina rojnamevanan li tevahî cîhanê xurt bikin."

(fr)