Xelkê Şedadê li dijî êrişan piştgiriya xwe ji QSDˋê re nîşan da

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê got ew li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne û ji bo berevaniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqezî bi yekitiya pêkhateyan da.

Xelkê Şedadê li dijî êrişan piştgiriya xwe ji QSDˋê re nîşan da
22 kanûn, 2024   21:02
ŞEDADÊ

Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê de xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê û rûspiyên eşîrên bajêr û gundewarê wê daxuyaniyek da.

Rûspiyê eşîra El Meşahide, Elî El Xidir daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nav de Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyê bi giştî di qonaxeke hestiyar û dîrokî re derbas dibe. Pêdiviyê vê qonaxê bi hevgirtina gelê wê heye ku planên dewleta Tirk a dagirker têk bibe.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xelkê Şedadê bi hêzên xwe yên leşkerî QSDˋê re ne.

Di heman wextî de di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî li hember êrişan hat şermezarkirin û bang li wan hat kirin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û êrişên dagirkeriya Tirk bi dawî bikin.

(fr)