Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan

Xelkê kantona Reqayê sersaxî da malbatên şervanên QSD’ê şehîd Ebdulqadir El Şêx û Ferîd Meter El Asî û şervanê Hêzên Xweparastinê Mihemed Ebid El Himêdî.

Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Xelkê Reqayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
15 hezîran, 2025   16:19
REQA

Bi sedan xelkê kantona Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Sûriya Pêşerojê, hêzên ewlehî û leşkerî li kantonê û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan. Konê sersaxiyê li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hat vedan.

Navên şehîdan wiha ne; Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ebû Casim El Reqawî (Ebdulqadir El Şêx), di 10’ê Hezîranê de di encama nexweşiyekê li Reqayê şehîd bû. Şervanê QSD’ê şehîd Ferîd Meter El Asî, di 9’ê Hezîranê de di encama nexweşiyekê de li Reqayê şehîd bû, şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Mihemed Ebid El Himêdî, di 7’ê Kanûnê de li Bendava Tişrînê di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Giştî ya kantona Reqayê Luey El Îsa axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Van şehîdan di oxira parastina welat û gel de canê xwe da."

El Îsa wiha domand: "Em soz didin şehîdan, heta rizgarkirina bihosta dawî ji xakê em li ser şopa we ne."

Li aliyekî din jî birayê şehîd Ebdulqadir El Şêx, Ehmed El Şêx axivî û got: "Em li ser soza ku me daye şehîdan xwe ne. Şehîdan ji bo ku em bi ewle û azad bijîn canê xwe feda kirin."

Her wiha hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan, Dîlgirtî û Gaziyan Dîme El Hemod axivî û got: "Em li ser soza ku me daye şehîdan in. Em ê rêça wan bişopînin."

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

(fr)

ANHA