Xelkê Reqa: Heta rizgarkirina xakê em şopdarê rêya şehîdan in

Xelkê kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSDˊê Esaf Mihemed El Esaf spart axê.

Xelkê Reqa: Heta rizgarkirina xakê em şopdarê rêya şehîdan in
Xelkê Reqa: Heta rizgarkirina xakê em şopdarê rêya şehîdan in
Xelkê Reqa: Heta rizgarkirina xakê em şopdarê rêya şehîdan in
Xelkê Reqa: Heta rizgarkirina xakê em şopdarê rêya şehîdan in
Xelkê Reqa: Heta rizgarkirina xakê em şopdarê rêya şehîdan in
Xelkê Reqa: Heta rizgarkirina xakê em şopdarê rêya şehîdan in
Xelkê Reqa: Heta rizgarkirina xakê em şopdarê rêya şehîdan in
24 adar, 2024   18:18
REQA

Xelkê kantona Reqa, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Leşkerî ya Reqayê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Esaf Mihemed El Esaf ku di 20ˊê Adara 2024ˊan de şehîd bûye, li gundê Hikumiyê yê bakurê Reqayê oxir kir.

Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Merdem Mehmûd sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd Esaf di oxira parastina xak û rûmetê de tev li karwana şehîdan bû. Em ji şehîd Esaf û tevahî şehîdan re dibêjin heta rizgarkirina her bihosteke xaka me, li ser şopa we ne."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl axivî û got: "Dijmin hewl dide xort û keçên me bi balafirên xwe hedef bigire, lê ew nikare vîna me bişikîne. Ji ber ku em hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û em bi Ereb, Ermen, Çeçen û Suryan û Kurdan herêmê hevgirtî ne. Ev nîşaneya hebûna me li vî cihî pîroz e."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hemod wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA