Şehîd Zîlan bi meşeke meşaleyî hat bibîranîn

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi meşeke meşaleyî şehîd Zîlan di 29`emîn salvegera şehadeta wê de bi bîr anî.

Şehîd Zîlan bi meşeke meşaleyî hat bibîranîn
Şehîd Zîlan bi meşeke meşaleyî hat bibîranîn
Şehîd Zîlan bi meşeke meşaleyî hat bibîranîn
Şehîd Zîlan bi meşeke meşaleyî hat bibîranîn
Şehîd Zîlan bi meşeke meşaleyî hat bibîranîn
Şehîd Zîlan bi meşeke meşaleyî hat bibîranîn
29 hezîran, 2025   21:53
KOBANÊ

Şehîd Zîlan a ku çalakiya fedayî pêk anî û di encamê de şehîd bû, îro jî ji bo bîranîna şehadeta wê, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevegera Ciwanên Şoreşger li bajarê Kobanê yê kantona Firatê meşeke meşaleyî organîze kir. Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Aştî ve çû.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan.

Li Qada Aştî meş vegerî mîtîngîç. Li wir hevseroka Werzîş û Ciwanan a kantona Firatê Avaşîn Misto axivî û got: "Şehîd Zîlan weke jineke ciwan di nava tevgear azadiyê de pêşengtî kir. Ew bû xwedawenda jin. Ji lew re em ciwan hêza xwe ji hevrê Zîlan werdigirin."

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan û şehîd namirin bi dawî bû.

(sş/fr)

ANHA