Xelkê peravê spasiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Şêniyên herêma perava Sûriyeyê spasiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku alîkariyên mirovî ji wan re şandine û destnîşan kir ku desteka mirovî nameya hezkirina, aştî û xwişka û biratiyê ya di navbera sûriyeyan de nîşan dide.

Xelkê peravê spasiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Xelkê peravê spasiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Xelkê peravê spasiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Xelkê peravê spasiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
24 adar, 2025   12:56
LAZIQIYE

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên bûyerên biêş ên ku di navbera 7-10’ê Adarê de li herêmên perava Sûriyeyê rûdane, alîkariyên mirovî ber bi peravê ve şandin.  Gihandina alîkariyan ji aliyê Heyva Sor a Kurd hat birêvebirin. Di vê çarçoveyê de 6 hezar paketên xwarinê, nêzî 2 hezar û 500 paketên madeyên paqijiyê û 350 ton genim ji hezaran malbatên peravê re hatin şandin.

Alîkarî di nava 3 rojan de bi tevkariya hejmarek rûspî û xwebeşên xwecih ên ji gundên û bajarokên peravê li mexdûran hatin belavkirin. Li gundên Ras El Eyn, Qerfîs û gundên din ên Ceblayê û gundên Mixtariyê, Besa û gundên din ên Laziqiyê bi sedan malbatan alîkarî wergirtin.

Şêniyên perava Sûriyeyê der barê alîkariyên ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandine de ji ajansa me re axivîn.

Tariq El Şihada yê ji gundê Qerfîs ê Ceblayê got: “Em bi hatina biraderên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser kêfxweş bûn ku alîkarî ji mexdûrên bûyerên vê dawiyên re şandin. Hatina wan dermanek ji bo birînên şêniyên herêmê ye.”

Tariq El Şihada anî ziman ku nameya ku ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye nameya hezkirin, xêr û aştiyê ye û wiha domand: "Nameya ku ji xwişk û birayên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye, nameya avakirina welatekî baştir e. Me ji wan piştrast kir ku em xwişk û bira ne. Rast e ji aliyê rejîma zalimane ya Beşar Esed ve siyasetên xirab hatin kirin ku sûriyeyî ji hev dûr xistin û gelê peravê ji biraderên xwe yên Kurd cuda kirin, lê em di hêvî, êş û têkoşînê de xwişk û bira ne. Em ji dil spasiya wan dikin. Em bi hêvî ne ku têkiliyên me bidomînin.”

Şêniyê bi navê Emced Silêman ê ji heman gundî spasiya Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku alîkariya madî û manewî daye mexdûran û wiha li gotinên xwe zêde kir: “Em bi welat û têkoşînê biradar in. Em bi hêvî ne ku serdanên pêş di rewşeke baştir de bê kirin, da ku karibin wefadariyê pêşkêşî xwişk û biraderên xwe bikin û bersiva qenciya wan bidin. Ew qehreman û comerd in. Em ê heya dawiyê di têkoşînê de xwişk û bira bin.”

Îbrahîm El Îsa yê ji heman gundî desteka ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêşî peravê kiriye wekî "helwesteke dîrokî ya serferaz" bi nav kir û wiha domand: "Ev yek nasname û çanda xelkê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide. Ev sekna wan a dîrokî tiştekî nû nîn e, lê belê xwişk û biratiya kûr nîşan dide. Êş û têkoşîna me yek e.”

El Îsa anî ziman ku rejîma Baasê nikarîbûn têkiliyên di navbera wan û Kurdan de xirab bike û wiha domand: "Bi navê gelê peravê em teqez dikin ku ev helwesta dîrokî nayê jibîrkirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Kildan û Ermen cihê xwe di dilê perava Sûriyeyê de girtiye.”

El Îsa bi bîr xist ku tîma piştgiriyê ji bo gihandina alîkariyan jiyana xwe xistin xetereyê.

Ji gundê Mixtariyê yê bakurê Laziqiyê Ebû Ehmed ê nexwest navê xwe yê rast aşkera bike, bal kişand ser bandora erênî ya ku însiyatîfa alîkariyê hiştiye û wiha got: “Însiyatîf gelekî baş bû. Em spasiya we hemûyan dikin. Em bi hêvî ne ku ev însiyatîf dubare bibin da ku êşên xelkê gundên wêrankirî sivik bibin. Ji şêniyê herêma peravê em spasî û silavên hezkirinê ji xelkên herêmên rojhilat re dişînin. Helwesta wan a mirovî dilên kesên birîndar ên bi êş girtibû. Înşallah wê bi keda hemûyan rewş baştir bibe û hezkirin di navbera hemûyan de vegere.”

(bb)