Li Siwêdayê ji ber teqîna mayînekê 2 endamên ewlekariya Şamê mirin

Di teqîna mayînekê li çolistana Siwêdayê de 2 endamên "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê mirin.

Li Siwêdayê ji ber teqîna mayînekê 2 endamên ewlekariya Şamê mirin
22 gulan, 2025   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, mayînek bi erebeya endamên "Ewlekariya Giştî" ya desthilata Şamê de li herêma Qai el Benat a li nêzî Tilol El Sefa ya li çolistana Siwêdayê de teqiya, di encamê de 2 endam mirin û yek jî birîndar bû.

Çavkaniyan anî ziman ku dema ku endamên ewlekariyê kiryarên paqijkirinê li herêmê dikirin, ew mayîn bi erebeya wan de teqiya.

Qai El Benat ji herêmên tije mayîn û bermahiyên şer e, ji ber ku li wan herêman di navbera hêzên rejîma Baas’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer rû dabûn.

(fr)