Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir

Bi hezaran xelkê Helebê bi merasîmeke heybet, tevî barana gur, cenazeyê yek ji fermandarên YPGˊê Şervan Heleb oxir kir.

Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
Xelkê Heleb şehîd Şervan Heleb oxir kir
13 ÇILE, 2024   16:42
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, şervanên YPJ û YPGˊê cenazeyê yek ji fermandarên YPGˊê Şervan Heleb oxir kir. Fermandar Şervan Heleb di 10ˊê Çileyê de di encama krîza dil de li Hesekê şehîd bû.

Bi destpêkirina merasîma oxirkirinê re dikan û sûkan hatin girtin. Şehîd Şervan zêdetirî 30 salî li herêmên cuda yên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşiya.

Xelkê her du taxan cenaze ji pêş Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê wergirt û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê yek ji fermandarên YPG û YPJˊê Rojda Efrîn li ser têkoşîna şehîd Şervan axivî û wiha got: "Şehîd Şervan li 4 parçeyên Kurdistanê tê koşiya û hewl da gelê xwe biparêze, ji destpêka Şoreşa Rojava ve fermandarî kir û di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de xwedî roleke pêşeng bû."

Rojda wiha domand: "Şehîd Şervan tê koşiya û destkeftî pêk anîn. Divê em jî rêya wî temam bikin ku layiqî berxwedan û şehadeta wî bin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Xedîce Îbo axivî û wiha got: "Dema em navê şehîd Şervan dibihîsin çiyayên azad, şerê gel ê şoreşgerî, berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û berxwedana Efrînê tê bîra me."

Xedîce wiha domand: "Di dirêjahiya 31 salan de şehîd Şervan tê koşiya û bi sedan şervan li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde kirin. Şehîd Şervan namire, ji ber ên rêça wî bişopînin hene."

Dûre dengê şehîd Şervan ku şervanan wesiyet dike rêça wî bişopînin hate guhdarkirin.

Piştre endama Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Zekiye Mistefa wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir û di nava tilîliyên dayikan de şehîd hate veşartin.

(fr)

ANHA