Xelkê Girkê Legê û Dêrikê şervanekî QSDˊê oxir kir

Xelkê Girkê Legê û Dêrikê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Êriş Umut defin kir û merasîmeke xiyabî ji şervanên QSDˊê Andok Viyan û Ararat Serhed re li dar xist.

Xelkê Girkê Legê û Dêrikê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Girkê Legê û Dêrikê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Girkê Legê û Dêrikê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Girkê Legê û Dêrikê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Girkê Legê û Dêrikê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Girkê Legê û Dêrikê şervanekî QSDˊê oxir kir
6 cotmeh, 2025   15:24
DÊRIK

Bi sedan xelkê Girkê Legê û Dêrikê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Êrîş Umut defin kir û merasîmeke xiyabî ji bo 2 şervanên QSDˊê Andok Viyan û Ararat Serhed li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik li dar xist.

Şervanê QSDˊê Andok Êriş Viyan (Mihemed Bartan) di 25ˊê Çileya 2025ˊan de li Bendava Tişrînê, Ararat Serhed (Omer Gokdag) di 25ˊê Sibata 2025ˊan li bajarokê Şêxler ê Kobanê û şehîd Êriş Umut (Suhbî Bomîn) di 1ˊê Cotmeha 2025ˊan de li Bendava Tişrînê, şehîd bûbûn.

Xelkê bajarên Girkê Legê û Dêrikê li pêş Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê kom bûn ku cenazeyên şervanên QSDˊê şehîd Êriş Umut wergirin, da ku li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik oxir defin bikin.

Li pakrewangehê cenazeyê şehîd bi tilîliyan hat pêşwazîkirin. Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sureya Hebeş axivî û got: "Ewlehî û azadiya ku em îro dijîn bi saya fedakariya şehîdan e. Divê em li dora metoda wan bicivin û destkeftiyên wan biparêzin. Ew mîrasê me yê azadî û ewlehiyê ne."

Piştre endamê Kongreya Îslama Demokratîk a Dêrikê Mahsûm Dêrşewî axivî û diyar kir ku pêwîstî bi yekitiyê û pêşxistina biratiya gelan û jiyana hevbeş heye û got: "Şehîd tovên jiyanê û hêviya welatan ên bicihanîna demokrasî û aştiyê ne."

Li aliyekî din jî ji fermandarên QSDˊê Mihyedîn Xêrkî got: "Ji erka me ye em parastina mafên gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, da ku şêniyên tevahî herêmê bi ewle û aramî bijîn."

Dûre wesîqeyên şehîd Êriş Umut, Andok Viyan û Ararat Serhed hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)