MSD: Hilbijartinên hikumeta veguhêz "şanoyeke siyasî" ne

MSD’ê hilbijartinên parlamentoyê yên hikumeta veguhêz wek "şanoyek siyasî" nirxand û diyar kir ku hilbijartinan parçebûna civaka Sûriyeyê kûrtir kiriye.

MSD: Hilbijartinên hikumeta veguhêz "şanoyeke siyasî" ne
6 cotmeh, 2025   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyeke nivîskî helwesta xwe ya li hemberî "hilbijartinên parlamentoyê" yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nîşan da.

MSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku hilbijartinên "Meclisa Gel a Sûriyeyê" îradeya sûriyeyiyan îfade nake, di heman demê de nûnertiya tevahî herêman û pêkhateyên li welêt nake.

MSD’ê hilbijartin wek şanoyeke siyasî nirxandin û diyar kir: "Ev hilbijartin ne layîqî dîroka resen a  Sûriyeyê ye. Ne jî layîqî fedekariyên gelê wê ye ji bo avakirina Sûriyeyek ya li ser esasî demokasî, azadî û hevbeşiya rasteqîn tê dikoşe.”

MSD’ê daxuyand ku ev hilbijartinên şeklî ne, li şûna ku bibin gavek ber bi yekitiya nîştimanî û lihevhatina giştî ve, parçebûna civaka Sûriyeyê kûrtir kir.

MSD’ê di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê kir ku sûriyeyî hilbijartinên rasteqîn dixwazin û hate gotin: " Sûriyeyî hilbijartinên rasteqîn dixwazin ku îradeya wan nîşan bidin û hemûyan temsîl bikin; ji ber ku ev mafekî neteweyî ye ku nayê paşguhkirin an dest jê nayê berdan. Ev daxwaz stûnek bingehîn di pêvajoya avakirina dewletek yekgirtî û demokratîk ya li ser bingeha edalet, hemwelatîbûn û wekheviyê ji bo hemû Sûriyayan de ye."

MSD’ê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku hilbijartinên ku tevahî sûriyeyî yên li hundir û derve negire nava xwe û di bin çavdêriya navneteweyî neyên kirin, ne rewa ne.

(bb)