Senherîb Bersûm: Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê nimûne ye

Senherîb Bersûm guhertinên ku rêveberiya HTŞ`ê pêk tîne, rexne kirin û destnîşan kir ne ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê ne. Bersûm got Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê dê bibe çareseriya hemû pirsgirêkên civakî û siyasî.

Senherîb Bersûm: Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê nimûne ye
21 ÇILE, 2025   05:10
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî guhertinên ku rêveberiya HTŞ`ê li Şamê pêk tîne û ji bo avakirina hikumeteke nû li Sûriyeyê pêwîstî bi çi heye, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ji ajansa me re axivî. 

Senherîb Bersûm diyar kir ku rêveberiya HTŞ`ê hikumeteke ji yek rengî avakiriye, tenê girêdayî HTŞ`ê ye. Ev hikumet demkî ye, lê ew dibînin tişta ne ji mafê xwe pêk tîne, wekî guhertina qanûnan û wiha pê de çû: “Ev hikumet hatiye hetanî ku bi rêya kongreyeke neteweyî ku hemû pêkhate cihê xwe tê de bigirin, hikumeteke nû bê avakirin, hemû sûriyeyî li hêviya qonaxa avakirina hikumetê ne. Gotegot hene ku desthilata Şamê amadekariyên kongreyeke neteweyî dike, lê em dibînin ku ev kongre tê taloqkirin. Ev taloqkirin ne ji berjewendiyên gelê Sûriyeyê ye, ev gel bi salan tê koşiyaye, di berxwedana xwe ya li hemberî rejîma Baasê de gelek bedel dane.”

Senherîb Bersûm da zanîn ku ya esasî di vê qonaxê de pêk bê ew e ku hemû gelê Sûriyeyê li hev bicive û ew bi xwe vê qonaxê bimeşîne, ji bo danîna destûrekê û qanûnên hilbijartinê komîte bên avakirin. Ji mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye ku hevkarê avakirina rêveberiya Sûriyeyê be û destûra nû ya Sûriyeyê binivîse.

`RÊVEBERIYA XWESER JI BO SÛRIYEYÊ NIMÛNEYEKE DI CIH DE YE`

Senherîba Bersûm destnîşan kir ku ew Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê bi giştî nimûneyeke di cih de ye, ev rêveberî li ser rûyê erdê ji 10 salan zêdetir pêk tê û got: “Ev rêveberî qebûlkirina hev û dû, jiyana hevbeş û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de esas digire, ev xalên navborî jî ji bo pêkhateyên Sûriyeyê esas in.”

Senherîb Bersûm da xuyakirin ku li herêmên din ên Sûriyeyê ew dibînin ku ji bo mijarên olî û wekî din jî pevçûn derdikevin û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê nimûneya Rêveberiya Xweser pir girîng e. Li kêleka xalên ku min anîn ziman gelek mijarên din ên erênî hene, nêzîkatiyên Rêveberiya Xweser li beramberî hemû ol û neteweyan wekhev e. Me ev nimûne li ser rûyê erdê pêk aniye, tecrubeyeke dibe ku bibe çareserî ji bo hemû pirsgirêkên civakî û siyasî li Sûriyeyê.”

Senherîb Bersûm destnîşan kir ku ew ji bo Sûriyeyê hikumeteke nenavendî, piralî û demokratîk daxwaz dikin û wiha got: “Nenavendiya ku em daxwaz dikin, Rêveberiya Xweser e. Em dibînin ku Rêveberiya Xwser gava yekemîn e ku pê ji pergala navendî derbasî pergala nenavendî bibin, ew pergala ku rola xwebirêvebirinê dide gel û pêkhateyan bi giştî. Nimûneya Rêveberiya Xweser di heyama salên derbasbûyî de ji hêla gelek aliyên ve li Sûriyeyê hatiye qebûlkirin.”

Senherîb Bersûm da zanîn ku ew bi hêvî ne ku Sûriyeya nû hemû pêkhate tê de beşdar bin. Erka hemû aliyên democrat e ku vê yekê pêk bînin.

ANHA