Xelkê Eyn Îsa û Girê Spî tev li berxwedana QSDˈê bû

Şêniyên bajarê Eyn Îsa û koçberên ji Girê Spî tevlêbûna xwe ya nava QSDˈê ragihand.

Xelkê Eyn Îsa û Girê Spî tev li berxwedana QSDˈê bû
31 kanûn, 2024   15:02
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên bajarê Eyn Îsa û koçberên ji Girê Spî li navenda bajarê Eyn Îsayê kom bûn. 

Şêniyan ku çek rakiribûn, daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de berxwedana QSDˈê ya li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê ya li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê hat silavkirin. Hate gotin, berxwedana şervanan li ber dagirkeriyeke nû ya dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyeyê girt.

Şêniyan piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman û diyar kir ku dê heya dawiyê bi QSDˈê re destkeftiyên şehîdan û welatê xwe biparêzin.

(bb)

ANHA