Xelkê Dirbêsiyê û Zirganê sersaxî da malbata şehîd Ibrahîm El Ibrahîm

Xelkê bajarên Dirbêsiyê û Zirganê sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ibrahîm El Ibrahîm û diyar kir ku ew ji bo têkbirina planên dagirkirina herêmê li ser şopa şehîdan in.

13 ÇILE, 2025   17:55
HESEKÊ

Xelkê bajarên Dirbêsiyê û Zirganê yên kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî da malbata şehîd Ibrahîm El Ibrahîm ê ku di 9ˋê Çileyê de li Dêr Hafirê şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li pêş mala şehîd a li gundê Dibiş ê bajarê Dirbêsiyê hat vedan.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Mihemed Xetîb axivî û got: "Bi saya fedakariya şehîdan em îro bi tevahî pêkhateyên xwe li ser xaka vî welatî dijîn û li dijî dijminê dagirker li ber xwe didin."

Her wiha rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Dirbêsiyê Alan Dawûd soza şopandina rêça şehîdan û pêkanîna armancên wan da û got: "Şehîd meşaleya rêça azadî û rûmetê ne."

Li aliyekî din hevserokê Meclisa bajarê Dirbêsiyê Nûman Erebo di axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina Bendava Tişrînê û dorpêçkirina bajarê Kobanê yê ku sembola berxwedana cîhanê ye.

Di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd hat xwestin û berxwedana QSDˋê hat silavkirin.

(fr)

ANHA