Ji HPCˋê Dirbêsiyê bang: Li kêlek QSDˋê rêxistina xwe xurt bikin

HPCˋê û HPC-Jin li bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku ew li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li kêlek QSDˋê parastina bajar û gundên xwe dikin û bang li şêniyan kir ku xwe bi rêxistin bikin û parastina herêma xwe bikin.

Ji HPCˋê Dirbêsiyê bang: Li kêlek QSDˋê rêxistina xwe xurt bikin
13 ÇILE, 2025   18:16
HESEKÊ

Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) li bajarê Dirbêsiyê yê kantona cizîrê der barê rewşa herêmê tê re derbas dibe daxuyaniyek da.

Endama HPC-Jin Yasmîn Tehlo bi beşdariya endamên hêzan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin  îro Sûriye û herêmên Rêveberiya Xweser di qonaxeke hestiyar re derbas dibin. Rejîma Sûriyeyê ya berê di pêkanîna guhartinên demokratîk de bin ket û nekarî pêdiviyên gel dabîn bikira. Bi wê re rê li pêş dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat vekirin ku êrişî herêmên me bikin.

ROLA QSDˋÊ

HPCˋê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku QSDˋê hêza rewa ya parastina herêmê ye û ji tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Asûriyan pêk tê. QSDˋê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê fedakariyên mezin kirin û ev hêz nûnertiya tevahî gel dike.

BANGA RÊXISTIN Û BERXWEDANÊ

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo xak û bajar werin parastin pêwîstî bi rêxistinkirina şêniyan heye. Her wiha bang li şêniyan hat kirin ku tev li Hêzên Xweparastinê bin, vê xakê biparêzin û nehêlin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir bikin.

Di dawiyê de hat gotin ku Rêveberiya Xweser nûnertiya modela azadî û parastinê dike û divê tevahî welatî xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin.

(fr)

ANHA