Xelkê Çilaxayê daxwaza valakirina peyarêyan dike

Xelkê Çilaxayê, piştî veguherandina peyarêyan bo pêşkêşkirina kel û pelan û danîna mase û kursiyên xwaringehan, daxwaza rakirina zêdegaviyan kir û got ev çûn û hatinê asteng dike.

6 îlon, 2026   04:43
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Dema ku mirov di kolanan re derbas dibe rastî kel û pel, mase û kursiyan tê ku ji aliyê firoşkaran û xwendiyên xwaringehan ve li peyarêyan ve hatine danîn. Ev diyarde ku tevgera çûn û hatinê asteng dikin û kolanan qerebalix dike, bûye cihê gilî û gazinên şêniyan.

Şêniya bi navê Meryem Kebro Corcês der barê mijarê de got, peyarê bûne cihê bikaranîna derqanûnî. Meryemê anî ziman ku ev diyarde êdî ne zêdegaviyeke hêsan e, lê bandorê li jiyana rojane ya şêniyan dike û xetereyên qezayên trafîkê di bajêr de zêde dike. Meryemê bang li Beşa Dîsîplînê ya Şaredariya Çilaxayê kir ku dewriyeyan zêde bikin û muxalefan ceza bikin.

Di dewama axaftina xwe de Meryemê got ji mafê xwediyên dikanan e xebatên xwe bimeşînin lê di çarçoveya sînorên xwe de, ji ber ku peyarê mafê giştî yê meşê ye, ne ya pêşkêşkirina kel û pelan an jî rûniştinê ye.

Di dawiyê de Meryemê bang li Şaredariya Çilaxayê û aliyên eleqedar kir ku gerên çavdêriyê yên berdewam li sûk û kolanan pêk bînin û xwediyên dikan û xwaringehan pabendî rakirina zêdegaviyan û bikarneanîna peyarêyan bikin.

Hevşaredara Çilaxayê Cahîde Şemo jî got dewriyeyên dîsîplînê li ser muxalefetkirina xwediyên dikanan û hişyarkirina wan bi awayekî birêxistinkirî dixebitin lê diyardeya bikaranîna peyarêyan hîna didome.

Cahîdeyê diyar kir ku xwendiyên dikanan bi şaredariyê re nabin alîkar ku peyarêyan bi rêxistin bikin û di dawiyê de got: “Em ê hewl bidin çareyekê bi rêya dewriyeyan bibînin, daxwaz û giliyên şêniyan bi cih bînin.”

(f)

ANHA