Xebatên 6 mehan ên Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Petrol, Sotemenî û Çavkaniyên Madenî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di nîvê salê de 195,136,557 lître mazot li cotkaran belav kiriye û zêdetirî 116 hezar û 000 ruxsetên çandiniyê dane.

Xebatên 6 mehan ên Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê
28 hezîran, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Petrol, Sotemenî û Çavkaniyên Madenî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Husam El Esaf der barê xebatên 6 mehên dawîn ên rêveberiyê de ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re (AANES) re axivî.

El Esaf der barê miqdarên belavkirina maoztê li cotkaran û dayîna ruxsetan de ev agahî dan: "Li Cizîr 78,925,117 lître û 44,949 ruxset, li Reqayê 25,050,307 lître û 43,419 ruxset, li Tebqayê jî 22,710,307 lître û  5,833 ruxset, her wiha li kantona Firatê (Şaxa Yekem) 43,651,491 lître  û 21,941 ruxset, li şaxa duymîn jî 24,799,277 lître  û 16,776 ruxset hatine belavkirin."

El Esaf da zanîn ku rêveberiyê destekê dide projeyên aborî û çandiyê jî û wiha domand "Ji bo projeyên êm salane 10 hezar lître hatiye veqetandin, ji bo piştgiriya petatan (kartol) ku di havînê de tên çandin, bi qasî 1,350 lître ji her hektarekî veqetandiye. Li gorî nirxandinên Desteya Aborî û Çandiniyê jî dê piştevanî ji bo çandiniya pembo, sebze û garis hebe."

Der barê mazota germkirinê ya demsala zivistanê ya 2024/2025’an hatiye veqetandin de El Esaf diyar kir ku 336,139,000 lître li zêdetir mîlyon û 120 hezar û 464 malbatan anku bi rêjeya belavkirinê ya ji sedî 59 hatiye belavkirin. Her wiha destnîşan kir ku buhayê firotana lîtreyekê 950 lîreyên Sûriyeyê ye, ji bo nan jî alîkariyeke taybet bi 300 lîreyan ji her lîtreyekê re hatiye dayîn.

El Esaf aşkera kir ku Rêveberiya Giştî ya Petrol, Sotemenî û Çavkaniyên Madenî di pêvajoya cîbicîkirina mekanîzmayeke nû ya belavkirina mazotê demsala zivistanê ya 2025/2026’an de ye.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Petrol, Sotemenî û Çavkaniyên Madenî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Husam El Esaf diyar kir ku dê ji bo pêşxistina binesaziya xizmetguzariyê û dabînkirina xizmetên baş ji bo gel asta xebatên xwe zêdetir bikin.

(bb)