Ji ber şahiyekê berpirsekî hêzên Şamê êrişî dibistanê kir 

Li Şamê berpirsekî leşkerî yê hêzên Hikûmeta Veguhêz bi ser dibistanekê de girt ku şahiyek li dar dixt. Berpirs gefa xwar ku eger şahî neyê rawestandin dê destwerdana çekdarî bê kirin.

Ji ber şahiyekê berpirsekî hêzên Şamê êrişî dibistanê kir 
28 hezîran, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Dibistana Charles de Gaulle ya Fransî ya Şamê bi boneya dawîbûna sala xwendinê şahiyek ji bo xwendekarên seretayî li dar xist, ku xwendekar, dêûbavên wan û mamoste beşdar bûn.

Navenda  Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di dema şahiyê de berpirsê bendeke kontrolê yê Ewlekariya Giştî ya girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ku bi navê Şêx Ebû Ebdulqadirtê naskirin, derbasî dibistanê bû û xwest ku dengê muzîkê were kêmkirin.

Li gorî SOHR`ê, berpirsê leşkerî gefa bikaranîna çekan xwar û got ew ê bombeyên destan bavêje nava dibistanê.

Ev bûyer bû sedema tirseke mezin di nava xwendekaran û malbatên wan de.

Berpirsyarê leşkerî her wiha li derveyî dibistanê dengê xwendina Quranê bilind kir da ku şahiya dibistanê xerab bike.

(k)