Di rojnameyan de bandora xwevekişîna Îranê û xwepêşandanên li Silêmaniyê

Rojnameyan diyar kir ku şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê hevsengiya hêzê guhertiye. Hate gotin, êrişan nekarîn bernameya nukleerî hilweşînin, di heman demê de Tehranê bersiv da û kûrahiya Îsraîlê bombebaran kir.  Rojnameyan der barê xwepêşandanên li Silêmaniyê de destnîşan kir ku xwepêşandan nîşana krîza mûçeyan e, ku ji hêla hêzên siyasî ve ji bo qelskirina Başûrê Kurdistanê beriya hilbijartinên Mijdarê hatiye bikaranîn.

Di rojnameyan de bandora xwevekişîna Îranê û xwepêşandanên li Silêmaniyê
28 hezîran, 2025   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de der barê şerê Amerîka-Îsraîlê yê li ser Îranê û bandorên wê yên herêmî, her wiha xwepêşdandanên li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê de nivîsîn.

Rojnameya Al Quds Al Arabi îşaret bi vê yekê kir ku şerê Amerîka yê li ser Îranê bi êrişa herî tirsnak a dîroka nûjen, ku ji hêla Serok Donald Trump ve hat rêvebirin, gihîştiye lûtkeya xwe. Hat bibîrxistin ku DYA’yê bombeyên xwe yên herî mezin GBU-57, 30 mûşekên Tomahawk û balafirên nepenî yên B-2 bikar anîn da ku bernameya nukleerî ya Îranê hilweşîne.

Li gorî gorî rojnameyê, "Tişta balkêş ew e ku zirara li navendên nukleerî ne diyarker bû. Îranê ku ji bo êrişê amade bû, berî bombebaranê materyalên xwe yên nukleerî yên hesas biribûn cihên din û pergala bernameya xwe ya nukleerî parast. Piştre jî bersiva êrişê da û kûrahiya Îsraîlê bombebaran kir."

Rojnameya El Ereb a li Londonê bal kişand ser bandorên herêmî yên vî şerî, bi taybetî bandora li ser Hemasê, ku ji hemû aliyan bêhtir dê ji paşvekişîna Îranê ya piştî şer bi bandor bibe.

Rojnameyê destnîşan kir ku ji ber şer êdî Îran nikare piştgiriya lojîstîkî ya girîng di warên çekdarî, perwerdehî û plansaziyê de, bide Hemasê, ev jî dê hêza Hemasê li hember Îsraîlê qels bike.

Rojnameya El Ereb cih da xwepêşandanên li Silêmaniyê ya li herêma federal a Başûrê Kurdistanê û da zanîn ku xwepêşandan ne tenê bertekek li hember krîza mûçeyan e, lê nakokiyên siyasî yên kûr ên di navbera aliyên siyasî yên bi bandor li seranserê Iraqê de, eşkere dikin.

Rojnameyê diyar kir ku xwepêşandan bi tevahî xweber nebûn û ev nirxand kir " Xwepêşandan encama zext û helwestên siyasî yên hikûmeta federal bûn. Hikumetê di bin bandora hêzên Şîe de xwest rewşa Kurdan tevlihev bike û beriya hilbijartinên mijdarê, hikûmeta herêmî qels bike. "

Rojnameyê da zanîn ku civaka kurdî jî niha ketiye di navbera krîza rewşa jiyanî û nakokiyên siyasî de û wiha hat gotin "Dibe ku krîza mûçeyan eger zû neyê çareserkirin bibe çirûskek ku dikare rê li ber îhtimalên xeternaktir veke, nemaze ji ber ku ew mijar bûye kartek di lîstikek siyasî ya mezin de ku sînorên herêma Kurdistanê derbas dibe û digihîje navendên biryardanê yên li Bexdayê."

(k)