Xamneyî: Xwîna li Suriyeyê hatî rijandin wê vale neçe

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî di merasîmekê de têkildarî guhertin û pêşhatên li Suriyeyê axivî û got: “Pêşhatên ku niha li Suriyeyê çêdibin, demkî û xwenîşandanek derewe. Wê ev yek ji aliyê îmandar û ciwanên Suriyeyê ve were têkbirin. Ew xwîna me li Suriyeyê rijandî wê vala neçe.”

Xamneyî: Xwîna li Suriyeyê hatî rijandin wê vale neçe
2 ÇILE, 2025   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî di merasîma salvegera kuştina Fermandarê Supayê Pasdaran Qasim Suleymanî de têkildarî rewşa li Suriye, Lubnan û cihên din axivî.

Elî Xamneyî di axaftina xwe ya têkildarî Suriyeyê de got: “Hinek kes ji ber ne famkirin û têgihiştina rast propagandaya wê yekê dikin ku bi bûyerên dawî yên li herêmê rû didin re, ew xwîna ku ji bo parastina mezargehan hat rijandin wê vale here. Ew kes xeletiyek mezin dikin, wê ew xwîn vale neçe.”

Di derbarê guhertinên li Suriyeyê rû didin jî Xamneyî got: “Bi van xwe nîşandanên derew nexapin, yên ku îro bi pozbilindî çûnûhatinê dikin, wê rojek were bikev di jêr lingên îmandaran de. Yên ku destdirêjiyê li ser xaka gelê Suriyeyê kirine, wê rojek bê li beramberî desthilata ciwanên Suriyeyê neçarî paşde gav avêtinê bibin.”

Her wiha Elî Xamneyî Serokê Desteya Tehrîr Şam Mihemed Colanî jî wek kesek têkder û xirab li Suriyeyê bi nav kir.