Li Reqayê Pêşangeha Karên Destan hat vekirin

Desteya Çand û Şûnwaran a Reqayê bi beşdariya 8 hunermendan Pêşangeha Karên Destan vekir.

Li Reqayê Pêşangeha Karên Destan hat vekirin
Li Reqayê Pêşangeha Karên Destan hat vekirin
Li Reqayê Pêşangeha Karên Destan hat vekirin
Li Reqayê Pêşangeha Karên Destan hat vekirin
Li Reqayê Pêşangeha Karên Destan hat vekirin
Li Reqayê Pêşangeha Karên Destan hat vekirin
Li Reqayê Pêşangeha Karên Destan hat vekirin
Li Reqayê Pêşangeha Karên Destan hat vekirin
28 nîsan, 2024   16:35
REQA

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê li avahiya Navenda Çand û Hunerê bi navê ˊjidayikbûna xwezayîˊ Pêşangeha Karên Destan vekir.

Di vekirina pêşangehê de endamên Komîteya Çand û Şûnwaran, Navenda Çandê ya Reqayê, Tevgera Hîlala Zêrîn û bi dehan xelkê kantonê beşdar bûn.

Endamê Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Mihemed El Ezo deriyê pêşangehê vekir.

Di pêşangehê de 54 tabloyên hûnerî yên 8 hunermendên kantona Reqayê hatin pêşkêşkirin. Ew tablo li ser xwezaya Reqa û bedewiya wê ne.

Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Reqa komek karên xwe pêşkêş kirin.

Ev pêşangeha yekemîn ku wiha li Reqayê tê vekirin. Pêşangeha 3 rojan dewam dike. Saet ji 8ˊê sibehê heta bi 8ˊê êvarê tê vekirin.

(fr)

ANHA