Wezareta Pêşmergeyan: Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin

Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û got: “Em sersaxiyê ji kesûkar û malbatên serbilind yên şehîdan re dixwazin.”

Wezareta Pêşmergeyan: Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin
7 nîsan, 2026   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê têkildarî êrişên ku duh bi şev bi dronan li ser Herêma Kurdistanê pêkhatin û di encamê de du welatiyan jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku duh bi şev komên terorîst ên li dervey yasayê bi rêya du dronên bombebarkirî êrişî ser baregehek hêzên pêşmerge ya li sinorê îdareya Raperîn kirin.

Di dewamê de hatiye gotin ku cardin duh bi şev bi sê dronan êrişî ser Hewlêrê hatiye kirin, yek ji dronan bi xaniyê pêşmergeyê bi navê Musa Enwer ketiye di encamê de Musa û hevjîna xwe jiyana xwe ji dest dane.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin: “Em sersaxiyê ji kesûkar û malbatên serbilind yên şehîdan re dixwazin û dubare dibêjin wê xwîna şehîdên me vala neçe. Em carek din berpirsyartiya van êrişan dixin stûyê Komara Îslamî ya Îranê û komên çekdarên Iraqî yên li dervey yasayê.”

Di dawiyê de jî Wezareta Pêşmerge bang li fermandarê giştî yê hêzên leşkerî yê Iraqê dike ku bi erkê xwe yê yasayî, ewlehî û desturî rabe û sinorek li pêş van êriş û bombebaranan dayne.