Enwer Mislim têkildarî serdana li Helebê daxuyanî da

Endamê şandeya ku duh bi parêzgarê Helebê re hevdîtin kiribû Enwer Mislim diyar kir ku nîqaşên wan bi erênî derbas bûne û pêkanîna Peymana 29'ê Çileyê û entegrasyona saziyên xizmetguzarî û îdarî nîqaş kirine.

Enwer Mislim têkildarî serdana li Helebê daxuyanî da
Enwer Mislim têkildarî serdana li Helebê daxuyanî da
Enwer Mislim têkildarî serdana li Helebê daxuyanî da
Enwer Mislim têkildarî serdana li Helebê daxuyanî da
Enwer Mislim têkildarî serdana li Helebê daxuyanî da
Enwer Mislim têkildarî serdana li Helebê daxuyanî da
7 nîsan, 2026   15:07
KOBANÊ

Duh şandeyeke rêveberiya Kobanê serdana Helebê kir û bi parêzgarê Helebê Ezzam Xerîb re li ser pêkanîna Peymana 29'ê Çileyê û entegrasyona saziyên xizmetguzarî û îdarî nîqaş kirin.

Şande li avahiya parêzgariyê bi parêzgar û cîgirê wî re hevdîtinek li dar xist û di çarçoveya peymana 29'ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî de, mekanîzmayên entegrekirina saziyan nîqaş kirin.

Têkildarî hevdîtina li Helebê îro endamê şandeya rêveberiya Kobanê Enwer Mislim daxuyaniyek da çapemeniyê.

Enwer Mislim diyar kir ku nîqaşên wan ên bi parêzgar re erênî bûne û diyar kir mijarên wekî xîtaba nefretê jî hatine nîqaşkirin û got: “Ew kesên ku dixwazin fitneyê di nava herêmê de derxin, wê hesab ji wan were xwestin, qanûnên wê jî hene ku em nahêlin xîtaba nefretê çêbe.”

Mislim got: “Gotin divê em ji bo xizmetê alîkar bin. Gelek tehde li Kobanê hat kirin, 14 salan berê DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir, gelek hilweşandin di herêmê de çêkir, divê em destekê bidin. Ev mijar hatin nîqaşkirin. Her wiha mijara dema rayedar werin diyarkirin, divê nêrîna gel were esasgirtin jî hate nîqaşkirin.”

‘ME PARÊZGAR DAWETÎ KOBANÊ KIR’

Enwer Mislim her wiha got: “Hevdîtina me erênî bû û me parêzgar dawetî Kobanê kir, ji bo hevdîtinên bi xelkê Kobanê re û nêrîna gelê Kobanê bigire. Di dawiyê de parêzgar soz da, em jî di wê hêviyê de ne, di demeke nêzîk de parêzgar were Kobanê û ji bo şaredarÊ ekîb hatibû diyarkirin, lê em LI bendê ne ku biryareke resmî ji Ofîsa Parêzger derkeve heta ku di aliyê resmî de cihê xwe bigire û dê ziyaretên bi vî rengî dewam bikin.”

(sş)

ANHA