Wezareta Parastinê ya Îsraîlê: Êriş dê berfireh bibin

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê daxuyand ku di saetên bê de dê hêzên wan ên hewayî bi awayekî berfireh êrişî tunelên Hemasê bikin û êrişên li ser Xezayê werin zêdekirin.

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê: Êriş dê berfireh bibin
28 cotmeh, 2023   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê Daniel Hagarî têkildarî berfirehkirina êrişên li ser Xezayê li ser malpera X’ê ragihand ku di saetên bê de dê êrişên li ser Xezayê werin zêdekirin û hêzên hewayî dê bi awayekî berfireh êrişî tunelên Hemasê bikin.

Hagarî got ji bo gihaştina armanca xwe dê danê êvarê êrişên li ser Xezayê werin berfirehkirin.

Şerê di 7’ê Cotmehê de di navbera Hemas û Îsraîlê de dest pê kir, bi dijwarî dewam dike ku encamê de heta niha nêzî 7 hezar kes hatine kuştin.