Rêber Apo: Dê li Sûriyeyê hêza parastina Kurd hebe

Rêber Abdullah Ocalan di girtekên hevdîtina bi Komîsyona MeclIsa Tirkiyeyê re dike de li ser pirsa, “Li Sûriyeyê demokrasiya herêmî hêza parastinê digire nav xwe?” bersiva, “Dê di hêla ewlehiyê de hêz hebin” dide.

Rêber Apo: Dê li Sûriyeyê hêza parastina Kurd hebe
23 ÇILE, 2026   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di girtekên hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan û Komîsyona Meclisa Tirkiyeyê de têkildarî hêzên çekdarî û parastinê yên Kurdan de Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek pir zelal dide. Di rûpela 11ˊemîn a girtekan de Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz pirsa, “Di çarçoveya demokrasiyê herêmî de, hêzek parastinê heye?” dike. Rêber Abdullah Ocalan li ser vê pirsê bersiva, “Dê di her hêla ewlehiyê de (QSD û Asayîşê qesd dike) hêz hebe. Li Sûriyê lihevhatina her du hêzan pêwist e. Li Sûriyê neteweperestî xurt e. Kirinên ku malbata Esed li Sûriyê kirine li holê ne, heke di şert û mercên demokratîk neyên pêkanîn de Ehmed El Şeri jî sibê veguhere dîktatorekê” dide.

‘JI BO DEWLETÊ JÎ DEMOKRASIYA HERÊMÎ LAZIM E’

Li gorî girtekan Rêber Abdullah Ocalan demokrasiya herêmî ji bo dewletê jî wekî pêwistiyekê dibîne û ev tişt tên domandin: “Ev ji bo dewletê bi qasî hêzên unîter ên navendî demokrasiya herêmî ya xwecihî jî hewce ye, yek nebe dê ya din jî nebe.”