Weqfa Jina Azad a Heleb alîkarî pêşkêşî koçberên Şehbayê kirin

Nivîsgeha Weqfa Jina Azad a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Helebê alîkarî pêşkêşî koçberên bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê derketine, kir.

Weqfa Jina Azad a Heleb alîkarî pêşkêşî koçberên Şehbayê kirin
Weqfa Jina Azad a Heleb alîkarî pêşkêşî koçberên Şehbayê kirin
Weqfa Jina Azad a Heleb alîkarî pêşkêşî koçberên Şehbayê kirin
Weqfa Jina Azad a Heleb alîkarî pêşkêşî koçberên Şehbayê kirin
Weqfa Jina Azad a Heleb alîkarî pêşkêşî koçberên Şehbayê kirin
Weqfa Jina Azad a Heleb alîkarî pêşkêşî koçberên Şehbayê kirin
Weqfa Jina Azad a Heleb alîkarî pêşkêşî koçberên Şehbayê kirin
Weqfa Jina Azad a Heleb alîkarî pêşkêşî koçberên Şehbayê kirin
Weqfa Jina Azad a Heleb alîkarî pêşkêşî koçberên Şehbayê kirin
14 kanûn, 2024   16:25
HELEB

Li gorî derfetên heyî û ji bo dabînkirina pêdiviyên hin malbatên ji kantona Efrîn û Şehba ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi darê zorê ji ber êrişên dagirkeriyê koçberî Helebê bûne, Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê cil û paketên xwarinê belav kirin.

Di xebata belavkirinê de endamên Kongra Star, Mala Jinan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan beşdar bûn. Her wiha endamên komînan jî malên wan malbatan diyar kirine ku malbat para xwe ji şîrê zarok û cilan wergirin.

Li gorî çavdêrên vê xebatê, belavkirinê ne diyarkirî ye û dê heta her malbatek para xwe wergire dewam bike.

(fr)

 ANHA