Dîmenên zirar bi malên welatiyên Eyn Îsa bûne

Ajansa me dîmenên mezinahiya zirarên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî malên welatiyên li gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê bûne, bi dest xistine.

Dîmenên zirar bi malên welatiyên Eyn Îsa bûne
14 kanûn, 2024   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Sikêro yê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê topbaran kiribû, di encamê de zirarên mezin gihaştin mala welatiyê bi navê Îbrahîm Ebid Mistefa.

Di dîmenên ajansa me bi dest xistine de mezinahiya zirarên ji ber êrişan çêbûne aşkera dibe.

(fr)